​​​​​​​Êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla dewam dikin

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di 17 û 18'ê Nîsanê de li Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê 12 caran bi helîkopterên êrişê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.

​​​​​​​Êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla dewam dikin
18 nîsan, 2023   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker agahî parve kir. Daxuyanî wiha ye:

"Li herêma Zapê;

17'ê Nîsanê sate di navbera 04:00 û 07:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de jî şer qewimî.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

17 û 18'ê Nîsanê çeperên me yên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê 12 caran bi helîkopterên êrişê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."