Miqdad li Tûnisê ye

Piştî Cezaîrê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad gihaşt Tûnisê.

Miqdad li Tûnisê ye
18 nîsan, 2023   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Cezaîrê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad îro gihaşt Tûnisê.

Li gorî ajansa SANA`yê, li ser vexwendina wezîrê karê derve yê Tûnisê Nebîn Emar, Miqadad serdana Tûnisê dike.

Piştî qutbûna têkiliyên herdu dewletan ku ji ber zextên hikumeta Şamê yên li dijî xwepêşanderan 11 salan dewam kir, hikumeta Şamê û Tûnisê roja çarşema borî li hev kirin ku jinûve balyozxaneyên xwe vekirin.

(bb)