Başûrê Kurdistanê, Sûdan û DAIŞ rojeva rojnameyên Erebî bû

Hedefgirtina serçeteyekî DAIŞ’ê li herêmeke Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê, her wiha pêşketinên li Sûdanê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Başûrê Kurdistanê, Sûdan û DAIŞ rojeva rojnameyên Erebî bû
18 nîsan, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hedefgirtina serçeteyekî DAIŞʹê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan duh di saetên serê sibehê de fermandarekî payebilind ê rêxistina ʹDAIŞʹ kir hedef û dibe ku hatibe kuştin. Her wiha da zanîn ku fermandarê DAIŞʹê beşdarî plankirina êrişên terorîstî yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bûye.

Fermandarê CENTCOM’ê Michael Korella di daxuyaniyekê de got hêzên amerîkî îro (duh) êrişek bi helîkopterê li bakurê Sûriyeyê pêk anî û fermandarekî payebilind ê DAIŞʹê kir hedef. Her wiha ragihand ku fermandarê hatî hedefgirtin berpirsê plankirina êrişên terorîst ên rêxistina DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û Ewropayê bû. Fermandar da zanîn ku rêxistina tundraw hîn jî dikare operasyonan li herêmê pêk bîne û divê li derveyî Rojhilata Navîn jî lê bixe.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku dibe di encama êrişê de kesê hedefgirtî hatibe kuştin û got 2 çekdarên din jî birîndar bûne. Lê nasname eşkere nekirin.

Li gorî AFPʹê ku agahiyên xwe dispêre CENTCOM’ê, di operasyonê de tiştek bi leşkerên amerîkî û sivîlan nehatiye.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li gundê Siwêda yê navçeya Xendûr ê Cerablusê yê di bin serweriya komên çekdar ên girêdayî Enqereyê de pêk anî. Di operasyonê de fermandarekî payebilind ê DAIŞʹê bû hedef. Li gorî SOHR’ê piştî operasyonekê şerekî giran qewimî, paşê jî bi 2 moşekan avahiya ku fermandar lê dima, bû hedef.

SOHR’ê destnîşan kir ku di operasyonê de 2 endamên Koma Siqûr Şemal ên ku li cihê operasyonê bûn û kesê bi fermandarê hedefkirî re hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên xwecih, fermandarê hatiye hedefkirin bi navê Ebû Beraa ye û ji bajarokê Sifêra yê Helebê ye.”

ʹHERÊMA KURDISTANA IRAQÊ DI XWESERIYA ABORIYÊ DE BI BIN KETʹ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û wiha nivîsî: “Îro, astengî li pêşberî Iraqê hene. Ji astengiyên sereke; zextên qanûnî û diravî yên ji aliyê Hikumeta Federal a Bexdayê ve hatine ferzkirin, gef û êrişên Îran û Tirkiyeyê. Lê gefa rasteqîn a li hikumeta herêma Kurdistanê ne ji derve ve ye. Piştî derbasbûna 30 salan di ser avabûna hikumeta herêma Kurdistana Iraqê re û derbasbûna 20 salan di ser êrişa Amerîkayê re, hikumeta herêmê ne xwedî nêrîneke zelal a ji bo siberoja xwe ye û ji nîvê temenê xwe bi aloziyan derbas dike.

Li gel xetereya jidestdayîna rola xwe ya girîng e, hikumeta herêmê li pêşberî îhtîmala rûdana tevliheviyeke navxweyî ye. Sedema vê yekê aloziya aborî, parçebûna navxweyî ya di navbera 2 malbatên serdest ên li Kurdistana Iraqê de ye, her wiha saziyên hikumetê lawaz in ku gendelî  lê heye.”

Di beşeke din a nivîsê de îşaret bi nakokiyên hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê tê kirin " Bi kûrbûna nakokiyên Kurdan û başbûna rewşa ewlehiyê li deverên din ên Iraqê re, hevsengiya hêzan ku berê di berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû, di berjewendiya Bexdayê de tê guhertin.

Pirsa ku xwe dide pêş ev e; gelê wê aboriya Kurdan girêdayî alîkariyên derve, petrol û pereyên bûdceya Bexdayê bin, an jî dê herêm karibe bi rêya sererastkirinê aboriyeke xurt ava bike? bersiva van pirsan dê siberoja herêma Kurdistanê diyar bike."

ʹŞERÊ LI SÛDANÊ BER BI KU VE DIÇE?’

Têkildarî şerê li Sûdanê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Di mehên dawîn de 45 milyon sûdanî bi fikar nakokiyên siyasî yên di navbera fermandarê artêşê, serokê meclisa serdestiyê Ebdulfetah El Burhan û cîgirê wî fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdîtî) de şopandin.

Roja şemiyê ev nakokî veguherî şerekî çekdarî yê dijwar ku li Xertûm û bajarên din rû da. El Burhan û Hemîdîtî hevdu bi destpêkirina şer tawanbar dikin.

Li gorî çavdêran, bûyerên ku diqewimîn, şerekî li ser desthilatdariyê ye. Çavdêr rûniştina her du aliyan li ser maseya diyalogan bêyî ku herdu alî ziyanên bighînin hev dûr dibînin. Lê vê yekê di ber çavan re derbas dikin ku her du alî xurt in û şerê di navbera wan de wê dem dirêj be û dê berdêlên wê giran be. Eger aliyekî serketineke qismî li Xertûmê bi dest bixe jî dibe ku şer li gelemperiya welat dewam bike û parçebûn çêbibe, ev senaryo ya herî kambax û trajedîk e."

(bb)