'Şêniyên Tebqayê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in'

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê destnîşan kir ku piraniya şêniyên ku beşdarî rêzesemînerên ji bo danasîna jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan bûne, baweriya xwe bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan anîne ziman û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirine.

'Şêniyên Tebqayê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in'
18 nîsan, 2023   11:18
TEBQA

Piştî rêzesemînerên têkildarî naskirina jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ên ku ji şêniyên herêma Tebqa û gundewarên wê re li dar xistine bi dawî bûn, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a nivîsgehê Necah El Hisên daxuyanî li pêşiya avahiya nivîsgehê xwend û hejmarek jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û rêxistinên civaka sivîl beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re mîladek nû ye. li ser bingehê baweriya me bi payama aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, me der barê jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan semînerên li dar xistin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin, civak û xwezayê nêrîn pêş xistin û tê de bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê ji ber mirovahiyê hembêz dike. Rêbertî di roja rojbûna xwe de ji hemû ferdên civakê xwest ku daran biçînin, da ku ji nû ve civakeke tendurist were avakirin.”

Li gorî daxuyaniyê, li taxên Tebqa û gundewarên wê bi beşdariya nêzî 755 jin û mêran, Me 28 semîner hatin lidarxistin û ji aliyê gel ve eleqeyek mezin hatiye nîşandan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Şêniyên destnîşan kir ku ew deyndarê Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî ne û diyar kirin ku ew bi doza Rêber Abdullah Ocalan bawer in û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.”

Tê destnîşankirin ku semînera yekemîn di 8′ê Nîsanê de li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê de hatibû lidarxistin.

(fr/c)

ANHA