Însiyatîfa ‘Bersiva hêviyê di dayîna we de ye’ bi dawî dibe

Heyva Sor a Kurd însiyatîfa ʹBersiva hêviyê di dayîna we de yeʹ ya ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û malbatên astengdaran ji sedî 95 temam kiriye.

Însiyatîfa ‘Bersiva hêviyê di dayîna we de ye’ bi dawî dibe
18 nîsan, 2023   02:37
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Heyva Sor a Kurd di 11ʹê Nîsanê de dest bi însiyatîfa ʹBersiva hêviyê di dayîna we de yeʹ kir. Însiyatîfê ji bo komkirina fitreyan hat destpêkirin û bi koordîneya komîn û meclisan dewam dike. Bi pereyên fitreyan xurdemenî tê kirîn û li malbatên astengdaran, koçber û mexdûrên erdhejê tê belavkirin.

Di çarçoveya însiyatîfê de hezar paketên xwarinê li malbatên astengdaran hatin belavkirin. Paketên xwarinê ji birinc, savar, şeîr, çay, zeyt, xwê, ard û nîsk pêk tên.

Însiyatîf dê heta dawiya meha Remezanê dewam bike. Li gorî endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa, miqdareke pere li malbatên hewcedar, bi taybetî mexdûrên erdhejê yên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tê belavkirin.

Însiyatîfa ʹHêvî di dayîna we de yeʹ bi hevkariya Rêxistina Nûdem û Meclisa Qamişloyê dest pê kir. Di çarçoveya însiyatîfê de 100 paketên xwarinê li her herêmeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên belavkirin.

Dilgeş Îsa diyar kir ku li ser hejmara giştî 100 paketên din ên xwarinê hatin zêdekirin û li malbatên astengdaran tên belavkirin. Bi vê yekê hejmara paketên xwarinê yên ku li malbatên astengdar têne belavkirin bû hezar û 100 paket.

Îsa destnîşan kir ku li Dêrazor, Reqa, Tebqa, Kobanê û Cizîrê belavkirina alîkariyan bi rêjeya ji sedî 95 bi dawî bûye û li herêmên din hîna didome û belavkirin dê heta 2 rojan bi dawî bibe.

Piştî nîqaşên wê yên bi Kongreya Îslama Demokratîk re, Heyva Sor a Kurd îsal ji her kesekî 7 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê wekî fitre wergirt.

ʹTEVLÊBÛN BAŞ Eʹ

Dilgeş Îsa bal kişand ser helwesta şêniyan a der barê însiyatîfê de û got: "Mîna însiyatîfên berê yên mirovî yên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve pêk hatibû, tevlêbûna vê însiyatîfê jî baş e."

Îsa diyar kir ku her sal, bi taybet di Remezanê de Heyva Sor a Kurd bi hevkariya meclis û saziyan însiyatîfên belavkirina alîkariyan li dar dixe.

Îsa destnîşan kir ku dê bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser însiyatîfên alîkariyê bidomînin û got: "Lidarxistina însiyatîfên mirovî girêdayî rewşa herêmê û gel e. Em jî her tim amade ne alîkariya şêniyên herêmê bikin."

Biryar bû xebatên belavkirina alîkariyan 15ʹê Nîsanê bi dawî bibûyana. Endamê Heya Sor a Kurd Dilgeş Îsa li ser vê yekê got: "Ji ber rewşa hewayî û baranê xebatên belavkirina alîkariyan çend rojan sekinîn.”

(bb)

ANHA