​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga serhildanê

Şêniyên navçeya Til Birakê banga serhildanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û got "Rêber Abdullah Ocalan rêberê çareserî û aştiyê ye."

​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga serhildanê
17 nîsan, 2023   23:48
QAMIŞLO

Li gel siyasetên înkarkirin, qirkirin û komkujiyan ên li dijî gelan, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya xilasî û mîsogeriya azadiyê di fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin, ku ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye û tecrîdeke giran li dijî wê tê meşandin.

Şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê nêrînên xwe bi me re parve kirin. Şêniyan diyar kir ku hevgirtina gelan a li hemberî pergala kapîtalîst berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan e.

‘FELSEFEYA RÊBERTÎ TEVAHÎ GEL ANÎ CEM HEV’

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Fatimê bal kişand ser armancên girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Sedema tecrîdê ew e ku fikrê Rêbertî, projeya wî ya neteweya demokratîk, hevgirtina gelan li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û dewletên mêtînger ên li ser esasê bikaranîna gelan in.”

Ebdulhemîd Fatimê diyar kir ku tecrîd girêdan û hevgirtina gelan a li hemberî pergalên desthilatdar xurt kir.

Fatimê îşaret bi fikrê Rêber Abdullah û bandora wê li serkeftinên şoreşên demokratîk û azadiya gelan kir û wiha domand: "Îsbata vê yekê serketina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şoreşê tevahî pêkhate di bin sîwanekê de kom kir. Rêbertî di girtîgehê de yan li derve be jî azad e. Armancên tecrîdê wê pêk neyên.”

‘RÊBERÊ ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ’

Welatiyê bi navê Elî Leys diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi her pênc parêznameyên xwe yên neteweya demokatîk de çareserî ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin û li şûna modernîteya kapîtalîst a ku çand û hebûna civakan asîmîle dike, modernîteya demokratîk pêşkêş kir.

Leys got Rêber Abdullah Ocalan rêberê çareserî û aştiye ye û girtîgeha Îmraliyê kir sembola azadiyê. Leys di dawiya axaftina xwe de banga rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

ʹLI DIJÎ TECRÎDÊ SERÎ HILDINʹ

Welatiya bi navê Ezra Hisên jî got: "Rêber Abdullah Ocalan çi sûc kiriye? Banga edalet û wekheviya di navbera hemû gelan de dike. Gelan di têkoşîna xwe ya li hemberî pergalên serdest de fikrê Rêber Abdullah Ocalan esas girtine."

Ezra El Hisên ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga serhildanê li gelên azadîxwaz û jinan kir.

(bb)

ANHA