QSD`ê îdiayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk derewand in

QSD`ê bi daxuyaniyekê îdiayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker derewand in ku 16`ê Nîsanê YPG`ê êriş baregehên wê yên li rojavayê Firatê ne kriye û di encamê de 4 leşkerên wê birîndar bûne.

QSD`ê îdiayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk derewand in
17 nîsan, 2023   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şeva 16`ê Nîsanê êriş baregehên wê yên li rojavayê Firatê ne, kiriye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hêzê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker di 3 rojên dawîn de, herêma Şehba, gundewarê Minbicê bi çekên giran, obîs û tankan topbaran dike û rasterast cihên sivîlan dike hedef. Rast e ku heta niha windahiyên canî çênebûne, lê xesarên mezin gihaştin mal û milkên xelkê herêmê.

Di daxuyaniyê de hêzê ev agahî parve kriin: “Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyekê de, îdia kir ku di şeva 16’ê Nîsanê de YPG êriş baregehên wan yên li rojavayê Firatê kiriye û di encamê de 4 leşkerên wan birîndar bûne. Ev îdiayên wan ne rast in. Her wiha îdia kir ku di encama bersivdanê de 10 şervanên YPG’ê şehîd xistine. Ev îdiayên wan jî ne rast in. Di 3 rojên dawîn de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ti windahiyên me çênebûne.”

(şx)