​​​​​​​Li Şehbayê hezar û 450 paketên xwarinê tên belavkirin

Ji alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehbayê şandibûn, hezar û 450 paketên madeyên xwarinê li şênî û kesên astengdar ên li navçeyên Fafîn û Ehdas ên Şehbayê tên belavkirin.

​​​​​​​Li Şehbayê hezar û 450 paketên xwarinê tên belavkirin
​​​​​​​Li Şehbayê hezar û 450 paketên xwarinê tên belavkirin
​​​​​​​Li Şehbayê hezar û 450 paketên xwarinê tên belavkirin
​​​​​​​Li Şehbayê hezar û 450 paketên xwarinê tên belavkirin
17 nîsan, 2023   11:31
ŞEHBA

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê têkildarî mijarê li depoyên genim ên li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamên desteyê Zozan Nesan û Arîn Bekir ve bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ji ber alîkariyên ku hatine şandin, spasiya xelkê Silêmaniyê hat kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Ji wan alîkariyan dê hezar û 350 paketên xwarinê li malbatên li navçeyên Fafîn û Edas ên Şehbayê bên belavkirin. 100 paketên xwarinê jî dê li kesên astengdar bên belavkirin.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, endamên desteyê dest bi belavkirina alîkariyan kir.

(zş/c)

ANHA