​​​​​​​Amerîka: Fermandarekî DAIŞʹê li Sûriyeyê hat kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku li Sûriyeyê serçeteyekî mezin ê DAIŞʹê yê plangerê êrişên terorîst ên li dijî Rojhilata Navîn û Ewropayê, hat kuştin.

​​​​​​​Amerîka: Fermandarekî DAIŞʹê li Sûriyeyê hat kuştin
17 nîsan, 2023   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAʹyê Joe Buccino, di saetên destpêkê yên sibeha îro de helîkoptereke Amerîkayê serçeteyekî DAIŞʹê li Sûriyeyê kir hedef.

Joe Buccino ji Monîtor re axivî û got: "Berbanga îro Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkayê bi helîkopterekê fermandarekî mezin ê DAIŞʹê li bakurê rojavayê Sûriyeyê kuşt."

Buccino ragihand: "Em texmîn dikin ku di êrişê de fermandarekî mezin ê DAIŞ’ê yê li Sûriyeyê yê berpirs û panlgerê êrişên terorîst ên li dijî Rojhilata Navîn û Ewropayê hatibe kuştin.”

Joe Buccino diyar kir ku di operasyonê de hinek çekdarên din hatine kuştin û got operasyonên li dijî DAIŞʹê ji bo pêkanîna ewlehî û îstiqrara li herêmê girîng e.

(bb)