Jinên Reqayê êrişên li dijî xwendekarên Rojhilat-Îranê şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo serhildana Jin, Jiyan, Azadî nîşan da.

Jinên Reqayê êrişên li dijî xwendekarên Rojhilat-Îranê şermezar kirin
17 nîsan, 2023   12:47
REQA

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî mijarê li cihê dîrokî “Bab Bexdad (Deriyê Bexdayê)” ê li rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Xilûd Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên hegemonîk hewl didin ku jinan kol û lawaz bihêlin û dûrî hemû qadên jiyanê bixin.

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser zextên dewleta Îranê li dijî serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kişandin û hat gotin: “Vê serhidlana bi pêşengtiya jinan li cîhanê deng veda.”

Di dewama daxuyaniyê de êrişên bi gazên jehrî yên li dijî xwendekarên keç hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev ne cara yekemîn e ku bûyerên bi vî rengî çêdibin. Rejîma Îranê hewl dide jinan bêdeng bike da ku tirsê bixe nava dilê xwendekarên ku beşdarî serhildanê dibin.”

Yekitiyê di dawiya daxuyaniyê de piştevaniya xwe bi serhildana bi pêşengiya jinan re nîşan da û got: “Dê sedsala 21`emîn bibe sedsala azadiya jinan.”

(c)

ANHA