Êrişên DAIŞ`ê li Sûriyeyê û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne

Êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li ser berhevkarên dobelanan, rewşa Sûdanê û rewşa aborî rojevên rojnameyên erebî ne.

Êrişên DAIŞ`ê li Sûriyeyê û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne
17 nîsan, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li Sûriyeyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR), roja yekşemê di 2 êrişên çekdarên rêxistina DAIŞʹê yên li Sûriyeyê de 35 kes hatin qetilkirin. SOHRʹê bîlançoyeke nû ya berhevkarên dobelanan ên ku li Sûriyeyê di êrişên çekdarên girêdayî şaneyên rêxistina DAIŞʹê de hatine kuştin, parve kir. Her wiha got, di êrişeke cuda de 4 şivan li gundewarê Dêrazorê hatin kuştin.

SOHR`ê duh jî ragihand ku di bîlançoyeke berê de bi kêmanî 26 kes di encama êrişê de hatine qetilkirin. Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku ʹdi êrişa rêxistina DAIŞ a terorîst a li gundewarê rojhilat ê Hemayê ya li dijî şêniyan de 26 welatî şehîd bûn, piraniya wan kesên ku dobelan berhev dikirin bû.ʹ

SOHR`ê ragihand ku li herêma Diwêzîn a rojhilatê Hemayê di êrişeke çekdaran a dema berhevkirina dobelanan de hejmareke sivîl û leşker hatine kuştin û diyar kir ku di êrişê de 12 çekdarên alîgirên rejîmê hatine kuştin.

Li gundewarê Dêrazorê di dema êrişa çekdaran de 4 şivan hatin qetilkirin û 2 jî hatin revandin. Li gorî SOHR`ê, dibe ku ev kes ji aliyê şaneyên DAIŞʹê ve hatibin qetilkirin û revandin.

Ji destpêkê mewsimê berhevkirina dobelanan ve di Sibatê de, DAIŞ li bejahiya Sûriyeyê êrişan pêk tîne û welatiyan direvîne. Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal ve di encama êrişên DAIŞʹê de yên li bejahiya Sûriyeyê de zêdetirî 230 kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Ruxmî xetereyan, şêniyên li herêmên bejahiya Sûriyeyeyê heta vê mehê dobelanan berhev dikin û buha difroşin. Ev dide şîrovekirin ku li gel rewşa aborî ya zehmet û şerê ku zêdetirî 12 salan dewam dike, elaqeya li ser berhevkirina dobelanan heye. Her kîloyeke dobelanan di navbera 5 heta 25 dolaran de û li gorî mezinbûn û kalîteya wê tê firotin."

ʹ LI SÛDANÊ, ÇARESERIYA LEZGÎN AN DESTWERDANA DERVEʹ

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî ʹʹGûrbûna şerên di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşê de li Sûdanê, bi taybetî ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn hişyariya girîngiya çareseriyek bilez nîşan dide. Ji ber ku paşdexistin rê li ber destwerdana derve vedike, mîna ku li Lîbyayê qewimiye ku dema şerê li Terablusê Rûsya û Amerîkayê mudaxele kirin û di encamê de şer dirêj bû.

Piştî bilindbûna bîlançoya qurbaniyan, hêz û rêxistinên herêmî û navneteweyî ketin tevgerê da ku şer rawestînin. Li gel dijwariya şerê ragihandinê yê di navbera herdu aliyan de wêneyên meydanî roleke girîng dilîze. Ev dide nîşandan ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn di vî şerî de heta astekê li pêş in, ji ber ku agahiyên wê yên der barê rêjeya destkeftiyan û windahiyên ku dighîne artêşê de piştrast in. Lê ji bo artêşa Sûdan, di demekê de agahî belav bûne ku di nava refên wê de parçebûneke heye, hewl dide xwe wekî hevgirtî nîşan bide.

Mamosteya zanistên siyasî ya li fakulteya lêkolînan a Afrîkyayê ya li Qahîrayê Hîba El Beşbîşî ji El Ereb re got, rewşa heyî nîşan dide ku ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn li dijî artêşa Sûdanê bi ser ketiye. Ev ne tiştekî nû li Afrîkyayê ye. Li hejmareke dewletan komên alîgirên hêzên çekdar dest danîn ser desthilatê. Lê tişta nû li Sûdanê ew e ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn dikarin di demeke kurt de şer li gorî berjewendiyên xwe biqedîne. Ev jî îsbat dike ku parçebûneke mezin di nava hêzên artêşa Sûdanê de heye, nemaze piştî ku hejmarek endamên tevgera îslamî tevlê bûn.

Hîba El Beşbîşî her wiha got, di rewşa Sûdanê de zextên derve ber bi çav e, lê aliyê ku herî zêde dike herdu aliyan li ser maseyeke diyalogan kom bike Desteya Geşkirin a li Rojhlata Afrîkayayê (IGAD) e.

Ji bilî çareseriyeke lezgîn tiştekî din li pêşiya herdu komên şerker tune ye. Ji ber  ku berdîlên dirêjkirina dema şer giran e. Eger aliyek bi serkeve dê hin hêzên derve zexteke zêdetir bikin da ku rê li ber pevçûnan bigirin. Her wiha dibe ku ev şer bandoreke neyinî li yekitiya Sûdanê û ewlehî û aştiya herêmî bike."

ʹGELO HEGOMIYA DOLAR DI METIRSIYÊ DE YE?ʹ

Rojnameya El Beyan jî bal kişand ser rewşa aborî û wiha nivîsî "Wezîra Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen duh eşkere kir ku cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê ʹXetereyêʹ li ser serdestiya dolar çêdike.

Janet Yellen got "Xetereyên girêdayî rola dolar hene, taybet dema ku me cezayên diravî bi kar anî. Dibe ku ev yek heta demeke dirêj hegemoniya dolar lawaz bike. Helbet ev yek daxwazekê li gel Çînê, Rûsya û Îranê diafirîne da ku alternatîfekê peyda bikin. Lê ji ber ku bikarnîna dolar cîhanî ye, zehmete ku alternatîfek bi heman taybetmendiyan were peydakirin."

Her wiha anî ziman ku cezayên aborî alaveke gelekî girîng e ku dewletên hevalbend jî li dijî Rûsyayê bi kar tînin.ʹʹ

(bb)