Dayikên gerîla: Gelê me yê Bakur dê hesab ji xayînan bipirse

Dayikên gerîla yên li Qamişloyê radestkirina gerîlayê HPG′ê Harûn Elbak ji dewleta Tirk re şermezar kir û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku wan xayînan hesab bike û kesên mîna wan di nava xwe de qebûl neke.

Dayikên gerîla: Gelê me yê Bakur dê hesab ji xayînan bipirse
5 nîsan, 2023   12:07
QAMIŞLO

Dayikên gerîla yên li Qamişloyê têkildarî girtina gerîla Harûn Elbak ji hêla komeke cerdevanan ve li navçeya Hezexê ya Şirnaxê yê Bakurê Kurdistanê ve û radestkirina ji dewleta Tirk a dagirker re, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi dehan dayikên şehîdan beşdar bûn û alên PKK′ê hildan. Daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate dayîn.

Dayika gerîlayeke HPG′ê, Menîhe Heyder daxuyanî da û tê de îxaneta li dijî gerîla Harûn, îşkencekirina wî û radestkirina ji dewleta Tirk re şermezar kirin û got ew li eniya kesên îdia dikin Kurd in, şermek e.

Menîhe wiha axivî: "Em gotinên Harûn ji bîr nakin, dema got ′Ez ne diz im′. Ew leheng û fermandarekî mezin e. Rûmet û doza gelê xwe parast. Ev xayîn û ajan ji demekê ve xort û keçên me yên li Bakur û Başûr radestî dewleta Tirk a dagirker dikin."

Menîhe diyar kir ku ên di têkbirina gerîlayên azadiya Kurdistanê de alîkariya dewleta Tirk dikin, nagihêjin armancên xwe û wiha pê de çû: "Em îxanetê bi dawî nabin û dîrok şahidê vê yekê ye."

Menîhe destnîşan kir ku dayikên gerîla bi berxwedana keç û xortên xwe yên li çiyayên azad serbilind in û got: "Em ê li ser soza xwe ya me daye zarokên xwe bimînin û berdêl çi dibe bila bibe. Mîna dîrok ajanên din ceza kirin, dê van xayînan jî hesab bike. Em bawer in ku wê gelê me yê li Hezex û tevahî Bakurê Kurdistanê van xayînan hesab bike û hebûna wan qebûl neke."

Dayikên gerîla di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku dê têkoşîna xwe mîna zarokên xwe yên li çiyayên azad, bilind bikin.

Dayikên gerîlayan bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Kurdistanê bi tevahî kir ku gotinên Harûn ji bîr nekin û got: "Em ji îxaneta derve naêşin, lê belê bi îxaneta hundirîn diêşin."

(fr)

ANHA