MÎT′ê ji bo berdana jineke efrînî û zarokan wê sîxurî li birayê wê ferz kir

MÎT′a dewleta Tirk ji 3 mehan e jineke Kurd tevî 4 zarokên wê li bajarê Stenbol ê Tirkiyeyê revandine. MÎT’ê ji bo serbestberdana jinê û zarokên wê, li birayê wê şert kir ku sîxuriyê bike.

MÎT′ê ji bo berdana jineke efrînî û zarokan wê sîxurî li birayê wê ferz kir
5 nîsan, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) jineke efrînî tevî 4 zarokên wê zêdetirî 3 mehan e li Stenbolê revandiye.

Rêxistinê di rapora xwe de ku li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiriye, da zanîn dewleta Tirk a dagirker red kir ku cihê malbatê eşkere bike yan jî wan serbest berde. Şertê wê ew e ku birayê jina revandî ku li Şehbayê bi cih bûye, sîxuriyê ji MÎT′ê re bike.

Her wiha rêxistinê diyar kir ku jina revandî tevî 4 zarokên xwe ji salekê ve çûye bajarê Stenbol ê Tirkiyeyê. Her wiha hevjînê wê Idrîs Mosa jî ku ji gundê Çeqmaqa Biçûk ê Raco ya Efrînê ye, li Stenbolê bi cih bûbû.

Hate zanîn ku navê jina revandî Dîcle Cemal Bekir (30) e û li gundê Meraniya Jêrîn ê Şiyê ji dayik bûye. Navê zarokên wê jî Mariya Idrîs Mûsa (12), Merwan Idrîs Mûsa (10), Mihemed Elî Idrîs Mûsa û Mîra Idrîs Mûsa (2) ye.

(fr)