​​​​​​​Navenda Jineolojiyê ya Helebê civînek li dar xist

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê, bi boneya salvegera 2′yemîn a vekirina navenda xwe, civînek ji bo nîqaşkirina xebatên navendê yên 2022′yan li dar xist.

​​​​​​​Navenda Jineolojiyê ya Helebê civînek li dar xist
5 nîsan, 2023   13:07
HELEB

Bi boneya salvegera 2′yemîn, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê civînek li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar xist.

Endamên meclis, komîn, partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn û encamnameyên navendê yên 2022′yan hatin nîqaşkirin û perwerde hatin nirxandin.

Di civînê de berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Rojiyan Hisên got: "Em naxwazin jineolojî tenê di navendê de bimîne, em dixwazin vê zanistê belav bikin."

Rojiyanê wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan xwest pirsgirêkên civakê bi rêya 9 bendên jineolojiyê werin çareserkirin. Ji lew re di 2008′an de cara yekemîn di parêznameya xwe de bi bîr xistin. Em dixwazin di vê demê de nasnameya jinê ya veşartî eşkere bikin. Me jî li Helebê, beriya 2 salan, xwest vekirina navendê di 4′ê Nîsanê de wek diyarî ji bo Rêber Abdullah Ocalan be."

Rojiyan da zanîn ku navendê li Helebê beriya 2 salan gelek destkeftî pêk anîn. Navendê di sala yekemîn de semîner dan û jineolojî şîrove kir. Piştre ev zanist jî wek waneyeke fermî li hemû saziyan hate dayîn. Dûre navendê lêkolînên xwe li ser vê zanistê zêde kirin û bi pêş xistin.

Paşê endama navendê Orîvan Ebdo mijarên civînê ku encamên lêkolînên navendê û nirxandinên perwerdeyê yên îsal xwendin.

Di encamên lêkolînên navendê de ev tişt hebûn; perwerde ji bo guhartina zihniyetê bo gihandina civakeke azad were dayîn, bi taybet ji mêran re, dîroka Helebê û berxwedana jinê, lêkolîna li ser xweşikbûn û exlaqê, lêkolîna li ser erdhejê û şiyarkirina xetereyên wê û çawaniya dan û standinê.

Nirxandina perwerdeyan jî wiha bû; çi qas jineolojî û aliyên wê werin xurtkirin, ew qas civak û saziyên wê dikarin bibin hêza çareserî ku guhartinên erênî biafirînin.

Dûre Orîvan wiha got: "Di perwerdeyên me de, hin xalên girîng bi me re di akademiyên leşkerî, civakî û serbixwe de derketin. Mijara jiyana azad û têkilîdanîna bi mirovan re yek ji nîqaşên sereke û xalên sabît bûn ku kes dikarin têkiliyên durist bi hev re deynin."

JINEOLOJÎ RÊYA GIHANDINA BER BI HEVJIYANA AZAD VE YE′

Dûre deriyê nîqaş vebû. Bi wê re berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li Helebê Amine Xidro nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Me xebatên jineolojiyê şopandin û baş bûn. Di vê dema dijwar de, fikre bi awayekî rast beşên civakê."

Amine wiha domand: "Wek têbînî, şaştî û nakokî di saziyên me de hene û belav e. Ji lew re ew kes di xebatê de zehmetiyê dikişînin. Pirî caran însiyatîfa takakesî tune ne. Ew li bendê kesên din dimînin. Divê ew xwe baş perwerde bikin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber wiha got: "Li gorî navendê, êdî kadroyên me hene û dikarin fikre û xebata xwe bi awayekî baş pêk bînin û ji bo vê yekê em spasiya wan dikin."

Zeyned ji navendê xwest ku xebata xwe berfireh bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em niha têkiliya xwe bi hundirê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî re datînin. Em bûn bingeha şoreşa jinê. Ji lew re ji jineolojiyê hêvî dikim ku xebata xwe li ser asta Sûriyeyê pêk bînin, heta xebata me bibe giştî. Ji ber ku jineolojî rêbaza gihandina ber bi hevjiyana azad ve ye."

(fr)

ANHA