Li Tebqayê xebatên çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê

Yekîneya Avê ya Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê, hewl dide 7 pompeyên avê biguhere û stasyonên avê yên ku avê dide 9 taxan sererast bike.

Li Tebqayê xebatên çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê
5 nîsan, 2023   01:50
TEBQA-SELAM KÊRAWAN

Xebatên sererastkirin û guhertina pompeyên kevin di meha Adarê de dest pê kirin. Tîmên pispor ên Yekîneya Avê ya Tebqayê hewl didin torên ku kehrebeyê didin stasyonên avê sererast bikin.

7 stasyon avê didin van taxên Tebqayê;  taxa yekemîn, duyemîn, sêyemîn û Buheyre, Rafîdên, Xirnate, Skenderiye, Ziwêqat û Mefreq.

/kr/uploads/files/2023/04/04/190948_-2.webp

Li gorî hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx, ji bo peydakirina avê ji taxan re, pêwîst bû ku pompe bên guhertin.

El Şêx wiha domand: “Ji ber ku ava çemê Firatê kêm bû pompeyên kevn di her saniyekê de 250 metrekab av dida taxan. Lê piştî ku me pompe guhertin di her saniyekê de 400 metrekab av dide taxan.”

Li gorî El Şêx xebatên sererastkirin û guhertina pompeyan dê di hefteya bê de bi dawî bibin û destnîşan kir ku ew di xizmeta welatiyan de ne û çi giliyên wan der barê avê de hebin, amade ne çareser bikin.

(şx)

ANHA