​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin

Li Hesekê, bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Parka 4ʹê Nîsanê hat vekirn.

​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
​​​​​​​Parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin
4 nîsan, 2023   21:02
HESEKÊ

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê Parka 4ʹê Nîsanê li Hesekê vekir. Ev park mezintirîn park li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Mitlî axivî, vekirina vê parkê li şêniyên Hesekê û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê pîroz kir  û got: "Ev park ya herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev park layiqî bajarê Hesekê ye. Di parkê de beşek ji hêsankirina tevgera kesên astengdar hatiye avakirin."

Îlham Mitlî diyar kir ku ev park ji projeyên stratejîk ên Rêveberiya Xweser e û wiha pê de çû: "Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema heyî de lêkolîn dike ku parkên mezin li herêmê ava bike."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevavhî pêkhateyên herêmê û gelên ku ji bo azadiyê tê dikoşin pîroz kir û got: "Bi vê wesîleya dîrokî em Parka 4ʹê Nîsanê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin."

Telet Yûnis anî ziman ku şêniyên Hesekê yên berxwedêr di hemû pêvajoyan de li ber xwe da, pêkanîna mîna van projeya ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û ji bo xizmeta şêniyan e.

Yûnis di dawiya axaftina xwe de got: "Projaya Parka 4ʹê Nîsanê ya li Hesekê ku parka herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêka çareserkirna pirsgirêkên kantona Hesekê ye. Ji vê projeyê em ê ber bi projeyên aborî û civakî ve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçin."

Di merasîmekê de rêvebera Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo jî vekirina parkê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got, 4ʹê Nîsanê roja gelên azad û avakirna pergelek nû ye ku hemû pêkhateyên herêmê hembêz dike.

Di dawiyê de komên mûzîkê yên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê stran pêşkêş kirin.

Merasîm bi geramdina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA