​​​​​​​ʹRojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûneke nû ya xwezayê yeʹ

Jinên ku ji bo 4ʹê Nîsanê dar çandin diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûneke nû ya xwezayî ye. Jinan gotin, sala 2023ʹyan wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

​​​​​​​ʹRojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûneke nû ya xwezayê yeʹ
5 nîsan, 2023   03:28
KOBANÊ

Di 4ʹê Nîsanê de ku roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, alîgirên fikrê wî daran diçînin. Çandina daran daxwazeke Rêber Abdullah Ocalan e.

Jinên bajarê Kobanê yên ku bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan a 74 dar çandin, diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

/kr/uploads/files/2023/04/04/190737__1.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir diyar kir ku wan bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dar çandin û wiha domand: " Di oxira em bi aramî û aştî bijîn de Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî xwe kir feda û fikr û felsefeyeke azad ji me re hişt. Em jî li ser vî fikrî ber bi azadiyê ve dimeşin û li hemberî her kesên ku destdirêjî xaka me dikin, disekinin."

Emîne Bekir her wiha got: "Em li vir in da ku deynê rêberê xwe, aşiqê xwezayê bidin û armancên wî yên avakirina civakeke exlaqî pêk bînin. Her wiha em li vir in da ku ji tevahî komplogeran re îsbat bikin ku rojbûna Rêbertî rojbûneke nû ya xwezayê ye."

ʹÎSAL WÊ BIBE SALA HILWEŞANDINA DÎWARÊ ÎMRALIYÊʹ

/kr/uploads/files/2023/04/04/190752_.webp

Rêvebera Meclisa Jinan a PYDʹyê ya Herêma Firatê Sara Xelîl destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dostê xwezayê ye û girîngiyeke taybet dide parastina xwezayê. Her wiha got: "Em li vir in da ku ji dijmin re îsbat bikin ku em li ser xeta Rêbertiya xwe dimeşin."

Sara Xelîl tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û  wiha dom da axaftina xwe: "Erka me ya em vê tecrîdê bi dawî bikin û zextê li rêxistinên mirovî bikin da ku rola xwe ya mirovî der barê Rêbertî de bi cih bînin."

/kr/uploads/files/2023/04/04/190810_.webp

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê ya kantona Kobanê Letîfa Silêman jî got, dem hatiye ku hemû desthilatdar bizanibin ku îsal sala hilweşandina dîwarê Îmaraliyê û sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên şopdarên ramanê wî ye.

Letîfa Silêman bang li gelên azadîxwaz kir ku dakevin qadan, li hemberî destpotiyê dengê xwe bidin yek û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Letîfa got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan dawiya her zalimekî ye.

(dm)

ANHA