​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn

Çalakiyên bi boneya salvegera 10ʹemîn a damezirandina YPJʹê bi vekirina pêşangehekê li bajarê Hesekê bi dawî bûn.

​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
​​​​​​​Pîrozbahiyên salvegera damezirandina YPJʹê bi pêşangehekê bi dawî bûn
4 nîsan, 2023   13:31
HESEKÊ

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê çalakiyên bi boneya salvegera 10ʹemîn a damezirandina YPJʹê bi vekirina pêşangehekê bi Hesekê bi dawî kir.

Çalakî di 1`ê Nîsanê de li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo dest pê kiribûn. Dûre derbasî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bû, duh jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatin lidarxist. Îro jî roja dawî ya çalakiyan li Hesekê bû.

Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a Hesekê hat vekirin. Şervanên YPJ`ê, dayikên şehîdan, endamên saziyên sivîl, çandê û wêjeyî beşdarî çalakiyê bûn.

Di pêşangehê de, 50 wêneyên şervanên YPJ, wêneyên têkildarî azadiya jinan û berxwedana wan û wêneyên dayikan hatin pêşandan.

Di çalakiyê de endama Komîteya Amadekar a pêşangehê, Firyal Çolî axivî û got: “Em vê rojê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji bo şoreşa jinên azad tê dikoşin pîroz dikin.”

Firyal destnîşan kir ku jinên Kurd û Ereb û pêkhateyên din cihê xwe di hemû qadan de girtin û bi saya fedakariyên jinan, jin bi azadî li vir dijîn.

Her wiha helbestvan Fatme Ehmed û Hesîne Ehmed helbestên têkildarî berxwedana YPJ`ê xwendin û hunermend Mihemed Cûdî  stran gotin.

Dûre beşdaran di nava pêşangehê de geriyan.

 (şx)

ANHA