​​​​​​​4ʹê Nîsanê li Heleb û Şehbayê hat pîrozkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şêniyên kantona Şehbayê bi çandina daran, vekirina parkan û lidarxistina şahiyan 4ʹê Nîsanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku têkoşîna li ser esasê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" wê berdewam bike.

4 nîsan, 2023   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şervanên YPG/YPJ`ê û endamên saziyên herdu taxan 350 dar çandin.

Darên mişmiş, zeytûn, behîv û gûzan li Parka Rêber Apo ya li herêma Şiqeyf a bajarê Helebê hatin çandin.

Piştî çandina daran, girseya gel berê xwe da Qada Şehîdan a li rojavayê Şêxmeqsûdê. Li wir pîrozbahî ji aliyê Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dirûşma “Rojbûna Rêbertî vejîna jiyana azad e” hat organîzekirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser ji Fermandarên YPJ`ê Mahabad Heleb, endama însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amna Xidro û endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivîn.

ROJBÛNA AZADÎ, HEBÛN Û HEQÎQETÊ YE

Mahabad Heleb destnîşan kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, rojbûna azadî, hebûn û heqîqetê ye û got: “Rêbertî rê ronî kir û hemû pêkhate hembêz kirin.”

Mahabad bal kişand ser damezirandina YPJ`ê li gorî fikrên demokrasî, azadî û wekheviyê yên Rêber Ocalan e.

BINGEHÊ DESTPÊKA BERXWEDANA DÎROKÎ

Amna Xidro jî  got, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bingehê destpêka berxwedaneke dîrokî ye û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan bû rêberekî neteweyî, ji ber ku di dirêjahiya têkoşîna xwe de destkeftinên mezin pêk anîn. Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya jinan dike û hewl dide pêk bîne."

Amna Xidro di dawiyê de anî ziman ku pêngava "Dem dema azadiyê ye" wê dewam bike, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

ʹEM XETA DAMEZRÎNERÊ FELSEFEYA "JIN, JIYAN, AZADÎ" BERDEWAM BIKINʹ

Nadiya Yûsif jî axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gel ji tarîtiyê rizgar kir û hêviya avakirina Kurdistaneke azad di hundirê wan de çand.

Nadiya Yûsif anî ziman ku ew ê xeta têkoşînê ya damezrînerê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Bi têkoşîna li ser şopa Rêbertî em ê li hemberî dagirkerî û xiyanetê bisekinin."

Piştî axaftinan, koma Şehîd Sewsen Bîrhat û koma Şehîd Ronahî  govendên folklorî gerandin. Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Vajîn û Koma Agirî jî stran gotin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ŞEHBA

Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Ehdas a Şehbayê Parka "Serok Apo" hat vekirin. Bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî vekirina parkê bûn.

Piştî vekirina parkê, pîrozbahiyê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Hacer Miho axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir.

Hacer tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza da ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin û di nava çalakiyan de bin.

Piştre komên helbest û stranan hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi çandina daran bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA