DYA: Li Sûriyeyê serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin

CENTCOM`ê ragihand ku wan li Sûriyeyê operasyoneke leşkerî pêk aniye, di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin.

DYA: Li Sûriyeyê serçeteyekî DAIŞ`ê hat kuştin
4 nîsan, 2023   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi dauxyaniyekê got: “DYA`yê duh li Sûriyeyê operasyonek leşkerî li dar xistiye, di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin.”

Li gorî daxuyaniyê, serçeteyê hatiye kuştin bi navê Xalid Ehmed Cibûrî ye û berpirsê plankirina êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Ewropayê bû.

Duh (3`ê Nîsanê) li ser rêya Keftîn-Kelelî ya li bakurê Idlibê balafireke bêmirov û biçek ku dihat texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye, li dijî kesekî nenas êriş pêk anî û kuşt. Dezgehên çapemeniyê jî ragihand ku kesê hatiye hedefgirtin, serçeteyê koma “Huras El Dîn” Xalid Ebdullah El Xilêf e.

(şx/c)