​​​​​​​Polîsên Tirk li Wanê 7 jê zarok 20 kes destgîr kirin

Li bajarê Wanê vê sibehê di serdegirtina malan de nêzî 20 kes hatin destgîrkirin ku 7 jê zarok in.

​​​​​​​Polîsên Tirk li Wanê 7 jê zarok 20 kes destgîr kirin
4 nîsan, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê vê sibehê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek malan de girt û nêzî 20 kes destgîr kirin. Hate zanîn ku di nava destgîrkiriyan de 7 zarok jî hene.

Lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji bo terora polîsan wek hincet hate nîşandan.

Her wiha ji bo 24 saetan jî qedexeya parêzeran hate danîn.