Nakokiyên Rûsya û Şamê yên di civîna Moskovê de rojeve rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa civîna çaralî ya li ser nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de li Rûsyayê û têkiliyên Misir-Siûdiyê kir.

Nakokiyên Rûsya û Şamê yên di civîna Moskovê de rojeve rojnameyên erebî bûn
4 nîsan, 2023   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI NAVBERA RÛSYA Û SÛRIYEYÊ DE LI SER HEBÛNA DEWLETA TIRK TU HEVSENGÎ TUNE YE′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rojeva Sûriyeyê wiha nivîsand: "Şandeyên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê gerên xwe yên dualî li ser asta cîgirên wezaretên karên derve yên 4 dewletan pêk anîn. Armanca civînê astengiyên li pêş rêveçûna pêkanîna têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de rakin û ji bo civîna her çar şandeyan a sêşemê bibe amadekarî.

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku niha rêzeşêwir li Moskovê ji bo amadekariya lidarxistina civîneke wezaretên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê tên lidarxistin.

Çavkanî hûrgiliyên li ser şêwir û berjewendiyên hatine pêşniyarkirin ku werin lêkolînkirin, eşkere nekirin. Lê hate zanîn ku şêwiran bi rêzegerên dualî dest pê kir. Şandeyeke hikumeta Şamê bi serkêşiya wezîrê karên derve Eymen Sosan civîneke dan û standinê bi şandeya Rûsyayê re bi serkêşiya nûnerê serokatiyê ya li Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov pêk anî. Dûre gereke mîna wê bi şandeya Îranê re bi serkêşiya cîgirê wezîrê karên derve Elî Esxer Hacî hate destpêkirin. Di her du cuvînan de dan û standinên têkildarî serxistina civîna çaralî hatin kirin. Şandeya Tirkiyeyê jî 2 gerên cuda bi şandeyên Rûsya û Îranê re pêk anîn.

Di civîna amadekariyê ya girtî de helwestên nakok ên di navbera Moskov û Şamê de hatin eşkerekirin.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre SANA′yê, got di hevdîtina Rûsya û Sûriyeyê de nêrînên hevbeş li ser rêzgirtina serweriya Sûriyeyê, yekitî û aştiya xaka wê hebûn, her wiha nêrînên li ser bidawîbûna hebûna nerewa ya Tirkiyeyê ya li xaka Sûriyeyê hebûn.

Lê çavkaniyekî dîplomatîk ê Rûsyayê got tiştê SANA′yê der barê hevdîtina wezîrê karên derve yê Rûsyayê li gel şandeya Sûriyeyê de, ji bo hevdîtina çaralî eşkere kiriye, ne rast in. Her wiha gotina li ser nêrînên hevbeş ên Rûsya û Sûriyeyê têkildarî hebûna nerewa ya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê, ne rast e."

‘SERDANA SÎSÎ YA JI NIŞKA VE JI SIÛDIYÊ RE: TIŞTEKÎ NÛ TÊKILDARÎ ALÎKARIYAN TUNE YE’

Rojnameya El Ereb li ser têkiliyên Misir û Erebistana Siûdî wiha nivîsand: “Hevdîtina serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî û welîahdê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman sînorek ji gotinên neyînî yên li ser hebûna nakokiyên veşartî yên di navbera Qahîre û Riyadê de danîn. Di hevdîtinê de her du aliyan hewl da nakokiyên siyasî yên veşartî, bi taybet ên der barê rawestandina alîkariyên Siûdiyê yên ji Misirê re, çareser bike. Lê tu helwesteke ji bo guhartina helwesta Riyadê di vê mijarê de nehat nîşandan.

Ev yek di demekê de pêk tê ku Qahîre metirsiya xwe ji nekoordînakirina Siûdiyê ya bi Misirê re ya têkildarî tevgerên li herêmê pêk tîne, venaşêre. Ji destpêkirina diyaloga bi Îranê re heta bi Sûriyeyê re.

Çavkaniyên misirî diyar kir ku qelsbûna desteka aborî ya Siûdiyê ji Misirê re, yek ji sedemên nakokiya her du welatan e û di vê serdana lez de behsa wê nehat kirin."

(fr)