​​​​​​​Îsraîlê êrişên nû li Sûriyeyê pêk anîn

Şevê din Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora paytexta Sûriyeyê Şamê kir.

​​​​​​​Îsraîlê êrişên nû li Sûriyeyê pêk anîn
4 nîsan, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî, ragihand ku şevê din saet di 00:15′an de Îsraîlê bi moşekan ji Colana Sûriyeyê êriş bir ser hin nuqteyên li derdora Şamê û herêma başûrê Sûriyeyê û pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiva êrişê daye û piraniya moşekan xistine.

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, di encama êrişê de 2 sivîl hatine kuştin û zirarên madî çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku Îsraîlê li dijî herêmên milîsên Îranê lê bi cih bûne, gelek navendên parastina hewayî û nuqteya Radar Til Sehin a hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê Siwêdayê, êrişa moşekan pêk aniye.

Îsraîlê di rojên derbasbûyî de êrişên xwe li dijî xaka Sûriyeyê zêde kirin. Êrişên Îsraîlê li dijî nuqte û balafirgehên ku tê de hêzên Îranê hene, pêk hatin. Di êrişa roja înê ya li dijî Şamê de efser û leşkerên Îranê hatibûn kuştin.

Ji destpêka îsal ve Îsraîlê 10 caran xaka Sûriyeyê bombebaran kiriye.

(fr/c)