‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’

Di 6`emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de îsal jî 2 komên jinan ên şanoyê beşdar bûn. Lîstikvan Şevîn Xelîl got sal bi sal di mîhrîcanê de rol û beşdariya jinan zêdetir dibe.

‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
‘Di Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de rol û beşdariya jinan zêde dibe’
4 nîsan, 2023   07:10
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

6`emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi dawî bû. 2 komên jinan ên tiyatroyê jî beşdarî mîhrîcanê bûn; Koma Şehîd Darsî bi lîstika ‘Çentê Weso’ û Koma Teatra Sarya Baran bi lîstika ‘Berf jî Diêşe’. Her du komên şanoyê jî girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn e.

Şanoya Çentê Weso bal dikişand ser êşa jineke xizmatkar a di nava malbateke zordar de. Lîstikvana sereke ya lîstikê Îzdîhar Tahir, di mîhrîcanê de xelata ‘lîstikavana herî baş’ wergirt.

Şanoya Berf jî Diêşe behsa zextên giran ên hêzên desthilatdar ên li hemberî civakan dikir.

Lîstikvanên şanoya lîstika Berf jî Diêşe peyama dawîn a şanoyê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” da.

Di mîhrîcanê de xelata “baştirîn lîstik” ji bo heman şanoyê hat dayîn. Lîstikvan Sema Zîlan jî xelata ‘lîstikvana herî baş a duyemîn’ wergirt.

Li kêleka mijarên civakî, komedî û siyasî yên lîstikên şanoyê yên 6`emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol, rola jinên lîstikvan berbiçav bû. Der barê mijarê de endama Koma Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl ku cihê xwe di şanoya `Berf jî Diêşe` de girtibû, diyar kir ku rola jinan di mîhrîcanê de sal bi sal zêdetir dibe û wiha got: “Hejmara jinên lîstikvan û her wiha temaşevan jî gelek bû.”

Şevîn Xelîl got şano serpêhatiyên civakê dide eşkerekirin û di ravekirina wê de jî jin bêhtir rolê dilîzin.

Her wiha Şevîn bal kişand ser peywira mîhrîcanê di pêşketina şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî û got: “Her şanoyek ji bo me mîna perwerdeyekê ye.”

ANHA