​​​​​​​Gerîlayê ketibû kemîna kontrayan hat girtin

Gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak ku li Hezexê ketibû kemîna kontrayan û bi îşkenceyê re rû bi rû mabû, hat girtin.

​​​​​​​Gerîlayê ketibû kemîna kontrayan hat girtin
4 nîsan, 2023   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) li herêma Zergûza Banê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê komeke kontra ve hatibû dorpêçkirin û rastî tundiyê hatibû. Kontrayan piştre jî Adiyaman radestî leşkerên dagirker kiribû.

Adiyaman ku li Serfermandaariya Cendirmeyan a Şirnexê dihat ragirtin, duh derxistin dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn. Piştî biryara girtinê Adiyaman şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

Malbata Adiyaman ku li ser mijarê bi ajansa Mezopotamyayê re axivî, got ku piştî wan dîmen li ser hesabên medyaya dijîtal dîtiye berê xwe dane Şirnexê û sê rojan li Şirnexê mane; piştî hewledaneke mezin wan hevditin bi zarokê xwe re kiriye.

(c)