ROJEVA NAVENDA NUÇEYAN A 04-04-2023

ROJEVA NAVENDA NUÇEYAN A 04-04-2023
3 nîsan, 2023   23:00

- Cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiyê û hikumeta Şamê dê li Moskovê bicivin. Siyasetmedar û akademîsyena sûriyeyî destnîşan kirin ku ev civîn jî berdewama civînên Astanayê ne û armanc jê pêkanîna berjewendiyên wan dewletan e. (BI WÊNE).

Yek ji fermandarên YPG`ê Zeynel Heleb bi minasebeta salvegera damezirandina YPJ`ê bal kişand ser fedakariya şehîdan û têkoşîna şehîd Ekîn Doza vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Avakirina civaka azad wê ancax bi pêşxistina rêveberiyên xweser, demokratîk mumkun bibe. Avakiran siberojên azad, ancax mirovên azad deynin şuna mirovên ku kirine kole mumkun e. Dema bi roniya vê rastiyê bê temaşekirin, wê bê fêmkirin ku zindanên fizikî jî pir bê wate ne. Dûrbûna fîzîkî ya di navbera me de bê wate ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di salvegera 10ʹemîn a damezirandinê de YPJʹê diyar kir ku ew ê têkoşîna li hemberî hemû êrişên li ser şoreşê berdewam bikin. Fermandarên YPJʹê destnîşan kir ku YPJʹê berhemên keda şehîdan û mîrateya tevgera rizgariyê ya jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziyên êzidiyan ên herêma Efrînê diyar kirin ku 2 welatiyên Êzidî ên di bin gefa kuştinê de neçar man bûn bibin misliman. Her wiha bi bîr xistin ku ji roja dagirkirina Efrînê ve hêzên dagirker zextê li malbata her du welatiyan dike û hejmarek welatiyên Êzidî yên qebûl nekirin bibin misilman qetil kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Tirbespiyê şahiyekê li Parka Rêber Abdullah Ocalan li dar dixin, saet 20:00ʹan. Şêniyên Til Hemîsê jî 4ʹê Nîsanê li gundê Mecîrnat pîroz dikin, saet 11:00ʹan. Li Dêrikê jî şahiyek li parka Dicle tê lidarxistin, saet 20:00ʹan. Li Girkê Legê pîrozbahî li Hola Rojhilat tê kirin, saet 20:00ʹan. Şêniyên Qamişloyê jî 4ʹê Nîsanê li Stada 19ʹê Tîrmehê ya taxa Bişêriyê pîroz dikin, saet 10:00ʹan. Li navçeya Amûdê pîrozbahî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê tê lidarxistin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" û bi boneya salvegera 10ʹemîn a damezirandina YPJʹê pêşangeheke wêneyan li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê tê vekirin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê Parka 4ʹê Nîsanê li Hesekê vedikin, saet 20:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA