​​​​​​​YPJʹê berhemên têkoşîn û mîrateya tevgera rizgariya jinan e

YPJʹê diyar kir ku ew ê têkoşîna li hemberî hemû êrişên li ser şoreşê berdewam bikin. Fermandarên YPJʹê destnîşan kir ku YPJʹê berhemên keda şehîdan û mîrateya tevgera rizgariyê ya jinan e.

​​​​​​​YPJʹê berhemên têkoşîn û mîrateya tevgera rizgariya jinan e
3 nîsan, 2023   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN- SILAVA EBDUREHMAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4ʹê Nîsana 2013ʹan de hat avakirin. YPJʹê îrade û têkoşîna xwe ji felesefeya Rêber Abdullah Ocalan digire yê ku banga avakirina artêşeke jinan li hemberî êrişên zihniyeta baviksalarî dike.

YPJʹê di qadên şer ên li hemberî çeteyên DAIŞʹê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de têkoşîneke mezin raber kir û ji tevahî jinên cîhanê re bûye qube û sembola berxwedanê.

Beriya ku YPJʹê bi fermî were avakirin, yekemîn tabûra jinan bi navê "Şehîd Rûken" di 23ʹyê Sibata 2013ʹan de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hat vekirin. Ev tabûr bû bingeha avakirina YPJʹê. Piştre li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tabûrên jinan wekî Tabûra Şehîd Berçem li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, Tabûra Şehîd Sozdar li Dêrikê ya kantona Qamişlo û Tabûra Şehîd Edalet li Qamişloyê hatin avakirin.

Yekemîn akademiya leşkerî ya jinan li navçeya Dêrikê bi navê Akademiya Şehîd Şîlan hat vekirin û dewreya yekemîn 9ʹê Gulana 2013ʹan de hat bidawîkirin.

YPJʹÊ BERHEMÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JINAN E

Ji fermandarên YPJʹê Bêrîtan Mihemed diyar kir ku YPJʹê roleke mezin di nasandina nasanemaya jinan de lîst heta ku ji jinan re bû qubleyek

Bêrîtan Mihemed yek ji damezrînerên YPJʹê ye ji ANHAʹyê re axivî, bal kişand ser astengiyên ku kişandin û got: "Me rojên pir zehmet derbas kirin. Rojên me bi şer û têkoşînê dagirtî bû. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin encamên êş, têkoşîn û berxwedana bi salan e."

Bêrîtan bi domdarî got: "Me ne tenê şehîd û birîndaran didin. Lê me li hemberî ziyniyeta baviksalarî ya li hemberî jinan jî şer kir û bi îradeyeke mîna pola li hemberî zihniyeta kevinpest sekinîn. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku YPJʹê bi têkoşîn û berxwedana xwe gihiştiyê vê astê."

Bêrîtan Mihemed destnîşan kir hemû serkeftin bi saya xurtkirina rola jinan di qada parastinê de û sepandina modela têkoşîna demokratîk, dîplomasî, siyasî û civakî ya ku YPJʹê li erdîngariyeke biçûk jê re pêşengiyê dike, hatin bidestxistin.

Bêrîtan Mihemed soza da hemû şehîdên azadiyê ku ew ê xeta wan bidomînin û bi rihekî fedaî jinan biparêzin.

ʹEM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN Û ŞOREŞA XWE BIPARÊZINʹ

Ne tenê jinên ji pêkhateyên herêmê cihê xwe di nava YPJʹê de digirin, di heman demê de ji deverên cûda yên cîhanê jin bi baweriya bi edaleta doza xwe û mafên xwe tev li YPJʹê bûn. Hinek ji wan şehîd bûn û hinekî din heta niha di nava YPJʹê de têkoşînê dikin. Yek ji wan ji Şîlan Tolhilan a ji Almanyayê ye.

Şîlan Tolhildan 4ʹê Nîsanê salvegera damezirandina YPJʹê bi van gotinan wesif kir: "4ʹê Nîsanê ji bo me wekî artêşa jinan ku civak û şoreşa wê diparêze, rojeke cuda ye. Destanên ku şervanên jin di berxwedana Kobanê de nîşdan da, îlham da Ewopa û tevahî cîhanê. Ev îlham hişt ku em şoreşa jinan a Rojava nas bikin. Bi demê re me jinên Kurd ên li Ewropayê nas kirin. Bi rêya wan me dîroka gelê Kurd, bi taybet dîroka jina Kurd nas kir."

Şîlan Tolhildan destnîşan kir ku YPJ`ê berdewama têkoşîn û berxwedana jinan e ku ji hezaran salan ve ji bo azadiyê dimeşîne.

Şîlan Tolhildan ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi dehan şoreş rabûn, jinan tê de pêşeng bû mîna li Kuba û Vîtnamê. Bi demê de re ev rola wê hate paşguhkirin, ji ber ku şoreş li gorî hişmendiya em ê doza jinan piştî şoreşê çareser bikin, bû. Ji lewra ew jinên şoreşger vegeriyan rola xwe ya klasîk a beriya şoreşê. Li vir pirseke xwe dide der, gelo şoreş parastina qaliban û rewşa kevin a jinan e?”

Her wiha Şîlan îşaret bi berxwedana jinên Kurd kir û got: “Me şerê hêzên emperyalîst û kapîtalîst kir ku Kurdistan kirin 4 parçe û bi sedan salan di bin mêtingeriya xwe de hişt. Jinên Kurd cihekî taybet di vê têkoşînê de girt, Rendê Xan û Leyla Şaylemez mînak in. Ev jî destnîşan dike ku giyanê berxwedan û têkoşînê hertim li ba jinên Kurd heye. Jinên ewropî jî jê bê par man. Ev bêparhiştin, encama pergala kapîtalîst e ku têkoşîna jinan bê wate hişt, ruxmî ku destkeftiyên mezin li ser vê astê bi dest xistin.”

Şîlan Tolhildan anî ziman ku têkoşîna jinan li Ewropayê girtî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Jin li Ewropayê, dibêjin mafên wan hene, dikarin hilbijêrin, dikarin çi dixwazin li xwe bikin. Ma azadî ev e? Gelo ev jiyana rûmet e û azadiya mutleq e"?

Şîlan wiha pê de çû: “Ez bawer nakim wisa ye. Divê em ji jinên ewropî pirs bikin, gelo heta kijan astê xebatên wan ên ji bo jinan û civakê xwedî wate ye? Wek jineke alman hin mafên min hene, lê jineke koçber heye ku di heman erdnîgariyê de bê maf e. Ev zihniyeta netewdewletê û lîbralîzmê ye.”

Di dawiyê de Şîlan soza mezinkirina têkoşînê da û got: “Ez soz didim şehîd Şervan Kobanê û 8 hevalên wê ku dê şoreşê ji hemû êrişan biparêzin ên ku pergalên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk li dijî civakan û jinan pêk tîne."

Di oxira parastina armancên Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an û destkeftiyên şehîdan de, YPJ`ê bi sedan şehîd dan ku roleke mezin di vî warî de lîst.

ŞEHÎDÊN YPJ`Ê

Şehîdên yekemîn ên YPJʹê Silava û Bêrîvan ên ji Efrînê ne di 22 û 28`ê Gulana 2013`an de şehîd bûn.

Rêgeza fedaîtiyê di nava yekîneyê de bi pêş ket ku şehîd Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedaî ya ku di 5`ê Cotmeha 2014`an de li dar xistiye, şerê li dijî DAIŞ`ê guhert ku hewl didan Kobanê dagir bikin. Şehîd Avesta Xabûr jî di 27`ê Çileya 2018`an de çalakiyeke fedaî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê li dar xist. Barîn Kobanê, Zahre Penaber, Viyan Peyman, Jîna Ronahî, Warşîn Tirbespiyê, Mizgîn Botan, Sosin Bîrhat, Mizgîn Kobanê, Delar Heleb, Ronahî Kobanê, Kobanê, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan û gelek şehîdên mîna wan hene.

(şxb/bb)

ANHA