​​​​​​​Feysel Mîqdad sibê diçe Qahîreyê

Piştî wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî meha borî serdana Şamê kir, sibê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad diçe Qahîreyê.

​​​​​​​Feysel Mîqdad sibê diçe Qahîreyê
31 adar, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad ji bo dan û standinên dualî bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re dê li Qahîreyê bicive.

Li gorî ajanseke Rûsyayê, dê Mîqdad bi Şukrî re dosyayên dualî û pêşdeçûnên li welatên Ereban û yên navneteweyî nîqaş bike.

Ji dema derxistina Sûriyeyê li Komkara Erebî û krîza Sûriyeyê ya 2011′an ve, ev serdana yekemîn a Mîqdad a ji Qahîreyê re ye.

Di Sibatê de Samih Şukrî piştî krîza Sûriyeyê cara yekemîn serdana xwe ya fermî ji Şamê re kir. Şukrî di serdanê de bi Beşar Esed û Feysel Mîqdad re civiyabû.

(fr)