Di 4′ê Nîsanê de parkeke mezin tê vekirin

Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina parkeke mezin li ser asta herêmê dike û li gel wê lêkolînekê li ser avakirina parkeke din li Hesekê dike.

Di 4′ê Nîsanê de parkeke mezin tê vekirin
Di 4′ê Nîsanê de parkeke mezin tê vekirin
Di 4′ê Nîsanê de parkeke mezin tê vekirin
Di 4′ê Nîsanê de parkeke mezin tê vekirin
31 adar, 2023   09:35
HESEKÊ

Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser di 14′ê Çileyê de dest bi projeya avakirina mezintirîn parka li ser asta herêmê li Hesekê kir. Park li ser 45 doniman dê were avakirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser mezintirîn parka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 4′ê Nîsanê de were vekirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser avakirina Pira Bêrûtî ya Nû ya li Hesekê beriya çend rojan bi dawî kir.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê jî avakirina parkeke bi rûbera 18 doniman li taxa Xiwêran a Hesekê lêkolîn dike.

(fr)