PDK′ê nehişt komeke şanoyê ji Başûr derbasî Rojava be

Desthilatên PDK′ê nehişt komeke şanoyê ya ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava be, da ku beşdarî Mîhrîcana Şehîd Yeka Herekol be.

PDK′ê nehişt komeke şanoyê ji Başûr derbasî Rojava be
31 adar, 2023   11:11
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji Qamişloyê da zanîn ku şanoya "Hişyarkirina cenaze" ya ku dihat payîn îro li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bihata pêşandan, ji ber qedexeya derbasbûna komê ji Rojava re hate betalkirin.

Li gorî komîteya amadekar, desthilatên PDK′ê nehişt koma ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava be ku beşdarî mîhrîcanê be. Ji ber wê şanoya ku dihat payîn îro di roja 5′an a mîhrîcanê de bihata pêşandan, hate betalkirin.

Mîhrîcana 6′an a Şehîd Yekta Herekol di 27′ê Adarê de bi şanoya "kevir" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê, dest pê kir.

(fr)

ANHA