​​​​​​​Rêveberiya Xweser cejna Ekîto pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Ekîto li gelê Suryan, Asur û Keldan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Ekîto peyamek da û tê de wiha got:

"Em bi vê boneya dîrokî ya kevn ku sembola nûkirin û vejînê ye, gelê Suryan, Asur û Keldan ê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.

Em bi hêvî ne îstîqrar û ewlehî li tevahî herêmên me misoger bibe, em bi hev re di vê cejnê de hezkirin û aştiyê bibînin û li dijî tevahî şêweyên cudakarî û nîjadperestiyê hevgirtî bin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ava bikin."

(fr)