​​​​​​​Hêzên hikûmeta Şamê dest danîn ser alîkariyên mexdûrên erdhejê

Hêzên hikûmeta Şamê dest danîn ser alîkariyên ku îro di deriyê Tayhe re deras bûne û baç li ajokarên tankarên alîkariyê ferz kir.

​​​​​​​Hêzên hikûmeta Şamê dest danîn ser alîkariyên mexdûrên erdhejê
29 adar, 2023   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro karwanekî alîkariyan ku ji 30 tankaran pêk tê, piştî gelek rojan ji herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya deriyê Tayhe ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê bi rêketin. Hikumeta Şamê ev çend roj in nedihişt ev alîkarî derbas bibin.

Di karwanê de alîkariyên ku şêniyên parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya “Niwasîkum” û “Hana” de kom kiribûn û alîkariyên şêniyên kantona Kobanê di çarçoveya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” de kom kiribûn, hene.

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re destnîşan kirin ku bendên kontrolê yên hêzên hikûmet Şamê ji bo ku alîkarî derbas bibin, baç li ajokarên tankaran ferz kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên hikûmeta Şamê dest danîne ser miqdareke mezin a alîkariyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bendên hêzên hikûmeta Şamê beriya vê jî, nîvê alîkariyên ku Rêveberiya Xweser şandibûn herêmên xesardîtî yên Heleb û Şehbayê desteser kiribû û her wiha alîkariyên Heyva Sor a Kurd astengkiribûn û şert danî ku nîvê wê bibe.

(mh/şx)