Rêveberiya Xweser: Alîkariyên Silêmaniyê derbasî herêmên xesardîtiye bûn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya şêniyên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir ku alîkarî ji qurbaniyên erdhejê re şandin. Her wiha anî ziman ku alîkarî piştî ku hikumeta Şamê li dergeha Tayha asteng kir, îro derbasî herêmên xesardîtiye bûn.

Rêveberiya Xweser: Alîkariyên Silêmaniyê derbasî herêmên xesardîtiye bûn
29 adar, 2023   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

30  tankarên alîkariyên mirovî ber bi Heleb û Şehbayê ve bi rê ketin piştî ku hikumeta Şamê derbaskirina wê, 21 rojan asteng kir.

Di karwanê alîkariyan de, alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê di çarçoveya hemleya “Niwasîkim” û hemleya “Hana” de şandine jî, hebûn.

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya şêniyên Silêmaniyê kir û got:" Ev yek hêza ruhê mirovahiyê û hesta berpirsyariyê ya gelê me yê Silêmaniyê nîşan dide"

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de destnîşan kir ku alîkarî ji 6'ê Adarê ve hatiye şandin ku ji dergehê Til Koçber wergirt û 7`ê Adarê ber bi dergehê Tayha bi rê kir ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên hikumeta Şamê de ye.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ji wê demê ve hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng kir, tevî bangewaziyên Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê ku dergehan vekin û mijarên mirovî ji siyasetê dûr bixin. Piştî gelek hewldanan, îro alîkarî ber bi herêmên wêranbûyî bi rê ketin.

(dm)

ANHA