​​​​​​​Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdanek nû

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin serlêdan kir.

​​​​​​​Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdanek nû
28 adar, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê girtî ne jî, hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an heta îro tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.