DAIŞ`ê êrişa li Kabûlê girt ser xwe

DAIŞ`ê êrişa xwekujî ya duh li nêzî Wezareta Karên Derve ya Efganistanê pêk hatiye, girt ser xwe.

DAIŞ`ê êrişa li Kabûlê girt ser xwe
28 adar, 2023   08:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li paytexta Efganistanê Kabûlê, li nêzî avahiya Wezareta Karên Derve êrişeke xwekujî pêk hat. Li gorî berdevkê wezaretê Ebdunafi Takor, di êrişê de herî kêm 6 kes hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê li ser malpereke xwe daxuyaniyek belav kir û êriş girt ser xwe.

Di kêmî 3 mehan de ev êrişa duyemîn e ku li nêzî Wezareta Karên Derve pêk tê.

Di 11`ê Çileyê de jî li pêşiya wezaretê êriş pêk hatibû û DAIŞ`ê girtibû ser xwe.

(c)