Kanada cezayên nû li Tehranê birîn

Ji ber binpêkirinên mafên mirovan, çêkirina balafirên bê mirov û mûşekên balîstîk, hikumeta Kanadayê ceza da 2 sazî û 8 kesayetên îranî.

Kanada cezayên nû li Tehranê birîn
27 adar, 2023   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta karên derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan ên li Tehranê û bakurê rojavayê Îranê cezayên nû li rayedarên payebilind ên Pasdarên Îran û hêzên yasayî dibire.

Di hefteya borî de hejmareke dewletên Ewropa û DYAʹyê ji ber heman sedemê cezayên nû li desthilata Îranê birîn.

(dm)