​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê di destpêka meha Remezanê de pêngaveke alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveyê vê pêngavê de 450 panketên xwarinê li malbatên hewcedar tên belavkirin.

​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
​​​​​​​Li Tebqayê  pêngava alîkariyê ya bi malbatên hewcedar re
27 adar, 2023   15:23
TEBQA

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a  Tebqayê destpêka meha Remzanê pêngaveke alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de rojane 10 heta 15 paketên xwarinê li malbatên hewcedar tên belavkirin.

Cîgirê hevserokatiya Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê Mehmûd Şamî diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê ew e li gorî derfetan alîkariyê pêşkêşî malbatên hewcedar bikin.

Şamî anî ziman ku di meha Remezanê de dê 450 pakartên xwarinê yên ji ard, şekir, zeyt, birinc, nîsk û savar pêk tên werin belavkirin. Her wiha destnîşan kir ku rojane alîkarî li zêdetirî 10 malbatan tê belavkirin.

Mehmûd Şamî diyar kir ku ji destpêka Remezanê ve zêdetirî 70 paketên xwarinê hatine belavkirin.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê di Remezana par jî heman pêngav ragihandibû.

(dm)

ANHA