Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin

Li Reqayê bi boneya salvegera 5ʹemîn a damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de hate gotin, aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî û pêkanîna biryara 2254ʹan a Neteweyên Yekbûyî çareser dibe.

Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat pîrozkirin
27 adar, 2023   14:27
REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya salvegera 5ʹemîn a damezirandina xwe şahiyek li dar xist. Şahî bi dirûşma "Bi rêxistinkirin û têkoşînê em bi ser dikevin û Sûriyeya pêşerojê ava dikin" li Hola Tac a bajarê Reqayê hat lidarxistin. Endamên partiyê,  endamên Kombûna Jinan a Zenbûniya, şeravn û fermandarên QSD, şêx û rûspiyên eşîra, endamên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî. El Mihbaş salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û got, roja avakirina partiyê rojeke dîrokî ji bo pêkanîna jiyana siyasî li Sûriyeyê ye.

El Mihbaş bi domdarî got: "Ji destpêkê ve û heta niha partiyê karîbû pêvajoya zehmet bi serketî derbas bike. Ruxmî pêvajoya hestiyar a ku Sûriyeyê ji 21 salan ve tê re derbas dibe, ev partî bû yek ji girîngtirîn partiyên li qada Sûriyeyê, bi taybet li bakur û rojhilatê wê. Partiyê di nava 5 salan de girîngî da ciwanan, ji ber ku partî di wê baweriyê de ye ku rola ciwanan di avakirin û pêşxistinê de girîng e. Her wiha bi rola jinan bawer e û wekheviya di navbera herdu zayîndan de pêk tîne. Di partiyê de rêxistina taybet a jinan heye."

Ebid Hamid El Mihbaş diyar kir ku dîtina Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ser bingehê diyalogên navxweyî, pêkanîna çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254ʹan a Neteweyên Yekbûyî û avakirina Sûriyeke pirrengî, demokratîk, nenavendî ye.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya El Kecwan jî destnîşan kir, destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin berhemên berxwedan û fedakariyên şêniyên herêmê ye.

Her wiha got: " Di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de jin bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku kesayeteke jin a pêşeng ava bikin, rola wê aktîf bikin ku karibe li hemberî hemû cureyên zilm, destpotî û zihniyeta mêrê serdestê şerê azadiyê bike û tê bikoşe."

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA