6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir

6ʹemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi pêşandana şanoya ʹKevirʹ dest pê kir.

6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir
27 adar, 2023   14:07
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Şano derbirîna mûzaîka gelan eʹʹ, 6ʹemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi sedan şênî, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û derhênerên şanoyê, hîndekarên beşê wêjeya kurdî ya Zanîngeha Rojava, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê tev li mîhrîcanê bûn.

Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Maryana Zekî Aho  ve dest pê kir.

Maryana Zekî Aho bi xêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya şanoyê wiha got: "Şano wijdan û neynika civakî ye. Her wiha roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên civakê de dilîze."

Maryana anî ziman ku têkoşer Yekta Herekol bi çalakiya xwe wateyeke nû da şanoyê û kir hunerek ku bi vîna gelan têkel be.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Xelîl Tehlo jî axivî û got, dirûşma mîhrîcana 6ʹan a Şehîd Yekta Herekol pirrengiya çandî ya li herêmê nîşan dide û diyar kir ku di mîhrîcana îsal de beşdarbûnek ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî heye.

Xelîl Tehlo bi boneya hefteya lehengiyê jî şehîd Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bi bîr anîn. Her wiha mîhrîcan li Rêber Abdullah Ocalan û hemû şehîdên azadiyê pîroz kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Yekta Herokol hat pêşandan.

Piştre jî şanoya bi navê Kevir a Koma Renîm a girêdayî navenda Mihemed Şêx hat pêşandan. Nivîskarê şanoyê Feysel Xelel û Riyad Îsmet e û derhênerê wê Kamîran Caro ye.

Di şanoyê de 3 şangor rola jin, mêrê desthildar û hunermend dilîzin. Şano balê dikişîne ser kevirekî ku sembola berhemên fikirî yên mirovan e. Her wiha îşaretê bi hewldanên hêzên desthilatdar ên bi rêbazên leşkerî, bi pere û jinan ên ji bo bidestxistina vî kevirî. Lê ruxmî hemû hewldanan leşkerî yên hêzên desthildar, peykersazê ku kevir çêkiriye, kevir diparêze û bi ser dikeve.

Mîhrîcan wê  heta  2ʹyê Nîsanê dewam bike. Rojane wê du şano werin pêşandan û semîner li ser şanoyê werin dayîn.

(bb)

ANHA