​​​​​​​32 partiyan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê kir

32 partiyan û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist û bang kir ku yekitî û hevgirtin pêk were ji bo ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe.

​​​​​​​32 partiyan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê kir
27 adar, 2023   12:47
QAMIŞLO

Di çalakiyê de ku li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê pêk hat, nûnerên partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Kongra Star beşdar bûn.

Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiya Cindirêsê, şaxên zeytûnê û alên partiyan hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniya 32 partî û tevgerên ku 23`yê Adarê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ku li Navenda Lêkolînan û Têkiliyên Dîplomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê daye, dîsa hate xwendin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm û endamê Partiya Yekitiya Suryanî Calînos Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 32 partiyan bang kir ku dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe û destnîşan kir ku Tirkiye û Îtîlaf berpirsên komkujiya Cindirêsê ne ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê li Cindirêsê pêk aniye û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn.

Partiyan bang li pêkanîna yekitiyê û hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir.

Piştî bidawîbûna xwendina daxuyaniyê, şandeyeke 32 partiyan, nameyeke nerazîbûnê bi zimanî ingilîzî radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kir.

(şx)

ANHA