Xwepêşandêrên li Îsraîlê zextê li Netanyahu dikin

Li gorî çavkaniyan, piştî çend rojan ji xwepêşandanên li Îsraîlê tê payîn ku Netanyahu pêşnûmaya qanûna guhertinên dadwerî rawestîne.

Xwepêşandêrên li Îsraîlê zextê li Netanyahu dikin
27 adar, 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Partiya Likud ku koalîsyona hikumeta Îsraîlê bi rê ve dibe, ji ajansa Reutersê axivî û got: “Tê texmînkirin ku serokwezîr Benjamin Netanyahu pêşnûmaya qanûna guhertinên dadwerî ya ku koalîsyonê pêşniyar kiriye, rawestîne.”

Li gorî rojnameya Haaretz a Îsraîlê, piştî berfirehbûna pêla xwepêşandanan li Îsraîlê ya li hember xistina wezîrê parastinê ji peywirê, tê payîn ku Netanyahu duşemê (îro) rawestandina pêşnûmaya qanûna taybet bi guhertinên dadwerî ragihîne.

Ev yek piştî ku televîzyona Knest a Îsraîlê ragihand ku îro komîteya lêvegerê ya parlamentoyê pêşnûmaya qanûnê erê kiriye, pêk tê, ku bi wê yekê rê li pêş dengdana muhtemel a pejirandina qanûnê tê vekirin.

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog jî îro banga rawestandina tedbîrên têkildarî guhertinên dadwerî yên ku bûn sedema nakokî û xwepêşandanan, kir.

Êvara şemiyê wezîrê parastinê yê Îsraîlê daxwaz kiribû ku mekanîzmaya guhertina sîstema dadgehê ya ku hikumet dixwaze ava bike, heta mehekê bê cemidandin. Li ser wê yekê, duh serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu wezîrê parastinê ji peywirê xist.

Piştî wê yekê, bi hezaran xwepêşandêr daketin kolanên Til Evîvê û nerazîbûn nîşan dan û daxwaza îstifakirina Netanyahu kir.

Dijberên pêşnûmayê dibêjin qanûna guhertinên dadweriyê dê desthilata rayedaran li ser dadgehê xurttir bike, bi wê yekê dê demokrasî li Îsraîlê bikeve metirsiyê. Ji derve jî, nexasim ji Amerîkayê nerazîbûn li dijî qanûnê derketin.

Berdevka Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Adrian Watson bi daxuyaniyekê got: “Em têkildarî bûyerên îro li Îsraîlê rû dane, bi fikar in. Divê çareserî bê dîtin.”

(cx)