Parlamentoya Iraqê yasaya 'Sainte-Lague' pejirand

Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinên encûmenên parêzgehan û parlamentoyê pejirand.

Parlamentoya Iraqê yasaya 'Sainte-Lague' pejirand
27 adar, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser yasaya hilbijartinên encûmenên parêzgehan û parlamentoyê civiya. Civîn ji ber nakokiya di navbera fraksiyonan de heya danê siharê dewam kir.

Di encamê de bi piraniya dengan Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinên encûmenên parêzgehan û parlamentoyê pejirand.

Di daxuyaniya serokatiya parlamentoyê de hate gotin; “Hemû astengiyên li pêşiya hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatin rakirin û ji sala 2003’yan û vir ve ji bo cara yekem serjimêriya sala 1957’an dê bibe bingeh ji bo destnîşankirina welatiyên bajêr. Her wiha nahiya Sergaranê jî ku piştî sala 1957’an bi Kerkûkê ve hate girêdan, dê dîsa bibe beşek ji xelkê bajêr û dê bibe xwedî mafê dengdanê.”

Li gorî daxuyaniyê navê hemû welatiyên bi armanca siyaseta erebkirinê birine Kerkûkê, hatine sîlkirin û mafê wan ê dengdanê nîne.

(şx)