Bogdanov: Şêwirên ji bo civîna çaralî demeke nêz dest pê dikin

Rayedarekî Rûsyayê eşkere kir ku dê di demeke nêz de li ser asta cîgirên wezîrên karên derve, hevdîtinek rûsî, sûriyeyî, tirkî û îranî pêk were.

Bogdanov: Şêwirên ji bo civîna çaralî demeke nêz dest pê dikin
27 adar, 2023   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji medyaya Rûsyayê re axivî û eşkere kir ku şêwirên çaralî yên li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dibe ku di destpêka Nîsana bê li Moskovê bên lidarxistin.

Bogdanov têkildarî mijarê got: “Di demek nêz de. Em amadekariyan dikin. Texmîn dikim di destpka Nîsanê de li Moskovê bên lidarxistin, dê ev şêwir bibin destpêka amadekariyên civîna wezîran.”

Daxuyaniyên Bogdanov piştî taloqkirina civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê ku dihat payîn di 15-16`ê Adarê li dar bikevin, tên dayîn.

Duh jî wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El Lehyan bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyê Feysel Miqdad re aixvîbû. Li gorî medyaya Îranê, herdu wezîran geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş kirine.

Berdevkê serokkomariya dewleta Tirk a dagirker Îbrahim Kalin jî duh daxuyand ku hewldanên ji bo lidarxistina civîna çaralî (Îran, Rûsya, Tirkiye, Sûriye) ya têkildarî Sûriyeyê, didomin û destnîşan kir ku dê serokên dewletan di wê civînê de amade nebin.

Beriya du rojan jî çavkaniyên dîplomatîk ên “rojavayî” ji rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê re eşkere kiribû ku şêwirên ji bo lidarxistina civîna komîteya çaralî ya li ser asta alîkarên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye, Îran û peywendiyên dîplomatîk dewam dikin.

Heman çavkanî îşaret bi vê yekê kir ku garantiyên ku hikumeta Şamê li ser israr dike mîna vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê û rawestandina piştgiriya rêxistinên çekdar, hê jî tên nîqaşkirin.

(şx/cx)