HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êriş kir

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker duh 28 caran êrişî qadên berxwedanê yên gerîla kiriye.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êriş kir
27 adar, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"26'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê bi balafirên şer 3 caran bombardûman hate kirin.

26'ê Adarê li Metînayê qada Girê Ortê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 25 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."