Wezîrên karên derve yên Îran û Siûdiyê plana civînekê dikin

Riyadê ragihand ku wezîrên karên derve yên Siûdiyê û Îranê plan kiriye ku di meha Remezanê de bicivin.

Wezîrên karên derve yên Îran û Siûdiyê plana civînekê dikin
27 adar, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Siûdiyê Mîr Feysel Bin Ferhan û hempîşeyê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebid El Lehiyan îro peywendiya telefonê danîn. Ev caran duyemîn e ku herdu wezîr di nava hefteyekê de peywendiyê dikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdiyê, di peywendiyê de hejmarek mijarên hevbeş yên di çarçoveya hevpeymana lihevhatinê ya dualî de, hatine nîqaşkirin.

Li gorî heman ajansê, herdu wezîran li hev kiriye ku di meha Remezanê de bicivin, lê dem û cihê hevdîtinê diyar nekirine.

Îran û Siûdiyê piştî dan û standinên bi navbeynkariya Çînê, ragihandibûn ku dê di nava du mehan de têkiliyên xwe yên dîplomatîk -ên ku ji 2016`an de qut bûne- vegerînin.

Tê texmînkirin ku piştî nêzîkbûna Îran-Siûdiyê, herdu welat di nava du mehan de dîsa balyozxaneyên xwe vekin û lihevkirinên hevkariyê yên aborî û ewlehiyê yên ku beriya zêdetirî 20 salan hatibûn îmzekirin, ji nû ve bixin meriyetê.

(cx)