Komkujiya Cindirêsê li Şehbayê hat şemezarkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û rewşenbîran bi daxuyaniyekê Komkujiya Cindirêsê şermezar kir.

Komkujiya Cindirêsê li Şehbayê hat şemezarkirin
25 adar, 2023   11:31
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê têkildarî komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva Newrozê de li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî kiriye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê ji hêla endama rêxistinê Cîhan Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya Cindirêsê û sûcên dagirkeran ên li Efrînê hatin şermezarkirin.

Bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi rola xwe ya mirovahî rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê vekişîne.

(zş)

ANHA