SOHR: Hejmara kuştiyan di êrişên Amerîkayê de bû 19

Artêşa Amerîkayê nuqteyên leşkerî yên li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin, di encamê de  19 kes hatin kuştin.

SOHR: Hejmara kuştiyan di êrişên Amerîkayê de bû 19
25 adar, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hejmara kuştiyên ji ber êrişên Amerîkayê yên li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê li rojhilatê Sûriyeyê bû 19.

SOHR′ê diyar kir ku roja pêncşemê balafireke bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê kir, di encamê de hevkarekî Amerîkayê hate kuştin, hevkarek û 5 leşkerên din jî birîndar bûn. Lê artêşa Amerîkayê bersiva êrişê da û kuştî çêbûn.

SOHR′ê daxuyand ku di 2 rojên borî de di navbera hêzên Amerîkayê û komên girêdayî Îranê de nakokî çêbûn. Her wiha SOHR′ê got hêzên Amerîkayê şeva pêncşemê nuqteyên Pasdarên Îranê yên li beyara Bokemalê ya li rojhilatê Dêrazorê û cihekî din ê milîsan li derdora bajarê Meyadîn ji aliyê başûrê ve û depoyeke çekan û navenda geşkirinê ya li Dêrazorê kirin hedef.

Li gorî SOHR′ê, di encama êrişa hewayî de kuştî û birîndarên komên alîgirên Îranê çêbûn.

Li aliyekî din jî çavkaniyên li Sûriyeyê ku ji kanala Press TV a Îranê re eşkere kirine, hedefgirtina nuqteyeke leşkerî ya Îranê derewand û got hêzên Amerîkayê navenda komkirina tovan û navenda geşkirinê ya li herêma Herabiş a li nêzî balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê bombebaran kirin û di encama êrişan de tu îranî nehatine kuştin.

(fr)