Artêşa Tirk a dagirker bê navber êrişî çepern gerîla dike

Artêşa Tirk a dagirker duh jî bi balafir, helikopter û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker bê navber êrişî çepern gerîla dike
25 adar, 2023   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

“Li herêma Zapê;

Di 24’ê Adarê saet 19.00 û 20.30’an de dagirkeran 2 caran êriş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîda û hêzên me jî ji bo parastina xwe bersiv da êrişan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 24’ê Adarê de derdora Golka ya Metîna, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê û Girê Cûdî û gundê Sêgirê yê Amêdiyê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 24’ê Adarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro û herêma Saca û çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di 24 û 25’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”