Dagirker astengkirin û revadina welatiyan li Efrînê didomînin

Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawayê nahêle ku welatî xwe bigihînin Cindirêsê û beşdarî xwepêşandanan bibin, li Şera jî welatiyan direvîne.

Dagirker astengkirin û revadina welatiyan li Efrînê didomînin
25 adar, 2023   10:04
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku MÎT`a Tirk welatiyê bi navê Subhî Tobal (30) ê ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî revandiye û ber bi cihekî nediyar ve biriye.

MÎT`ê li navçeya Şêrawayê jî nehişt ku welatiyên gundê Basûfanê biçin Cindirêsê da ku beşdarî xwepêşandanên dijî qetilkirina 4 welatiyên ji heman malbatê bibin.

(fr/cx)

ANHA