Endamekî îstixbarata Şamê hat kuştin

Endamekî komên xwcih ên ser bi îstixbarata hikumeta Şamê ve li Derayê hat kuştin.

Endamekî îstixbarata Şamê hat kuştin
25 adar, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdaran nenas li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya Dera El Meheta, gule li endamekî komên xwecih ên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê reşand û ew di cih de kuşt.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), kesê hatî kuştin di nava koma bi serkêşiya “Mistefa Musalme” ya girêdayî îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê de kar dikir.

Di nav de Dera, li seranserê herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tevlîhevî û rewşa xirab a ewlehiyê dewam dike.

Li gorî daneyên SOHR′ê, ji destpêka îsal de li Derayê 104 êriş bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 81 kes hatine kuştin, ku piranî wan ji welatiyan û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

(fr/cx)